Interview with Abdulaziz Ramadan by Lukman Ahmed – Voice of America about UN Geneva 4 Syria Peaace Talks 2017.
Abdulaziz Xoşewist Ramadan: Nakokiyên Siyasî di Nav Kurdên Sûriye de Wan ji Kombûna Cenev Dûrxist.
Li Cenev gera çaremîn ya danûstandinên aştiyê bo Sûriye berdewam dibe bo roja duyem bi serpereştiya nûnerê taybet yê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriye Staffan de Mistura di nav hikûmeta Sûrî û rikeberiyê de.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rêvebirê rêxistina Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Sûriye û Almanya, birêz Abdulaziz Xoşewist Ramadan re kir, da ku nerî û helwestên xwe di derbarî vê komcivînê de şîrove bike.
Birêz Remedan dibêje:” Hêviyên mezin di serkeftina vê komcivînê de tuneye ji ber herdû alî ji hev ne bawerin.”
Herwiha jî Remedan li ser ne beşdarîbûna kurdan di vê komcivînê de bi fermê got, ku nakokiyên siyasî di nav kurdên Sûriyê de dibin kelem di riya beşdarîbûna wan de û derfetên girîng ji destên wan dibin li ser astên navnetewî.
Guhdar bike | Listen to Interview: Click Here.